CENTCOM: Firokeyeke Amerîkî li Iraqê ket; 4 serbaz hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, firokeyeke leşkerî ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê ketiye xwarê û di encamê de 4 serbazan jiyana xwe ji dest dane.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de aşkere kir, duh 12ê Adarê, saet 14:00an bi dema Washingtonê (li gorî dema Herêma Kurdistanê dikeve serê sibê îro înê), firokeyeke sotemeniyê ya ji tîpa KC-135 li rojavayê Iraqê ketiye.
Li gorî agahiyan, di firokeyê de bi giştî 6 endamên tîma firînê hebûn. Hat ragihandin, di encama ketina firokeyê de 4 serbazan jiyana xwe ji dest dane, 2 pîlotên din hîn winda ne û hêzên Amerîkayê ji bo dîtin û rizgarkirina wan di nav hewildan û lêgerîneke berdewam de ne.
CENTCOMê derbarê sedema bûyerê de da zanîn, lêkolînên hûr û kûr hatine destpêkirin, lê tekez kir ku ev bûyer ne ji ber "teqeya dujmin" û ne jî ji ber "teqeya dostane" pêk hatiye.