Hegseth: Me 15 hezar armanc li Îranê lêdane

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ceng ê Amerîkayê ragihand, wan heta niha 15 hezar armancên serbazî li hundirê Îranê lêdane. Herwiha tekez kir, Tehranê stratejiya xwe ber bi berhemanîna zêde ya mûşek û dronan ve guherandiye.

Wezîrê Ceng ê Amerîkayê Pete Hegseth îro 13ê Adarê di daxuyaniyekê de bal kişand ser rewşa Rêberê nû yê Îranê û got: "Peyama ku duh ji aliyê Mucteba Xameneyî ve hat weşandin, a beriya heftiyekê ye; ji ber ku ew birîndar e."

Hegseth herwiha got: "Me 15 hezar armanc li Îranê lêdane. Bi salan e Îran gefan li keştiyên Tengava Hurmizê dike, em ê sîstema mûşekî û deryayî ya Îranê bi temamî ji nav bibin."

Wezîrê Ceng ê Amerîkayê di berdewamiyê daxuyaniya de dibêje: "Îranê stratejiya xwe guherandiye û zêdetirîn mûşek û dronan çêdike."

Hegseth tekez kir, "Em xelkê sivîl nakin armanc, lê belê Îran bi xwe dibe sedema vê yekê ku sivîl bikevin metirsiyê."

Derbarê rapora belavbûyî ya li ser "Kalîforniyayê" de jî got, ti bandoreke wê li ser wan nabe, ji ber ku ew hînî rapor û nûçeyên xirab bûne.

Ji aliyê xwe ve, Sererkanê Artêşa Amerîkayê Dan Cain got: "Asmanê Îranê di destê me de ye. Ketina firokeyeke me ya li Iraqê ji ber kêşeyeke teknîkî bû. Em ê di pêkandina armancên xwe yên serbazî de berdewam bin; Îranê Tengava Hurmizê girtiye."