Tirkiye ji welatiyên xwe dixwaze ku serdana Iraqê nekin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi rêya balyozxaneya xwe li Bexdayê haydariyek da welatiyên welatê xwe û ji wan xwest ku, ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê û berdewamiya hevrikiyan li Rojhilata Navîn, geştên nehewce ji bo Iraqê nekin.

Balyozxaneya Tirkiyeyê di beyannameyeke fermî de ragihand: Divê welatiyên me di vê heyamê de geştan ji bo Iraqê nekin, ji bilî ku heke sedemeke pir girîng hebe.

Di wê beyannameyê de hin deverên destnîşankirî wekî "deverên xeter" hatin destnîşankirin. Balyozxaneya navbirî ji welatiyên Tirkiyeyê xwestiye ku, bi tu rengan nêzîkî meydanên biqerebalix û cihên mîtîngan nebin, xasma jî li derdora "Devera Kesk" li Bexdayê, balafirgehên navneteweyî yên Bexdayê, deverên xwecihbûnê li nav bajarê Mûsilê û derdora wê û herwesa deverên nêzîkî parêzgeha Besrayê.

Ji bilî deverên xwecihbûnê, Tirkiyeyê haydarî da welatiyan xwe ku nêzîkî dezgehên stratejîk û hestyar nebin, wekî bingehên leşkerî û zeviyên petrolê li seranserî Iraqê.

Ev haydariya Enqereyê di demekê de ye ku, Devera Kesk a Bexdayê û bajarê Hewlêrê di dema borî de gelek caran bûn armancên komên çekdar ên girêdayî Îranê, ku armanca wan ew bû êrîşî berjewendiyên Amerîkayê li deverê bikin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî li serê sibeha îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) rûbirûyî êrîşeke bi dronan bû. Ev êrîş çend saetan piştî du êrîşên asmanî li nav cergê paytexta Iraqê hat kirin, ku tê de du endamên Ketîbeyên Hizbulahê ya alîgira Îranê hatin kuştin û yek ji wan jî "kesatiyekî girîng" bû.

Ji piştî destpêkirina şerê Cotmehê ve, ev cara duyê ye ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê rasterast tê armanckirin.

Berî vê êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê jî, du êrîşên cuda li Bexdayê hatin kirin. Saet 2:15 ê şevê xaniyek li devera Ersatê, ku wekî bingeheke Ketîbeyên Hizbulahê dihat bikaranîn, bi mûşekekê hat armanckirin. Di encamê de, kesatiyekî navdar hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşa duyê; Li devera Nehrewanê li rojhilatê Bexdayê, erebeya yek ji endamên Heşda Şeibî (ku girêdayî Ketîbeyên Hizbulahê bûye) hat armanckirin û ew endamê Heşda Şeibî jî hat kuştin.

Ketîbeyên Hizbulahê, ku ji aliyê Waşintonê ve wekî komeke terorsîtî tê hesibandin, heta niha tu ragihandineke fermî li ser nasnameya wan kuştiyan belav nekiriye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.