Artêşa Îsraîlê bo xwecihên devereke Tevrêzê: Ji malên xwe derkevin
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê fermana derketina ji malan a bilez ji bo xwecihên devereke pîşesaziyê li rojavayê bajarê Tevrêzê yê bakurê Îranê derxist, ev jî wekî amadekariyek ji bo êrîş û operasyonên leşkerî ku biryar e di saetên bê de bên kirin.
Artêşa Îsraîlê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê peyamek weşand û nexşeyeke deverê pê ve girê da, ku tê de hatiye: Ji bo silametî û parastina canê we, em ji we dixwazin ku hûn tavilê ji deverê derbikevin.
Nîgerniyeke mezin heye ku welatiyên wê deverê nekarin vê haydariyê bibînin an jî bibihîzin; ji ber ku ev ji bo dema du heftiyan e ku xetên înternetê li seranserê Îranê hatine birîn, ew jî ji ber wî şerê giran ê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.