Amerîka zêdetir hêza Marênzê û keştiyên şer dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Raportên medyayî eşkere dikin ku, Waşintonê ji bo xurtkirina pêgeha xwe ya leşkerî û bersivdayîna aloziyan, zêdetir hêzên bejayî û deryayî şandine deverê.

Medyaya Amerîkayê ragihand ku, Amerîkayê yekîneyeke nû ya hêzên “Marênz”ê û çend keştîyên şer şandine Rojhilata Navîn. Ev pêngav piştî du heftiyan ji destpêkirina wî şerî tê yê ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin.

Li gorî wan raportên ku girêdayî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê ne: Nêzîkî 2 hezar û 500 serbazên Marênzê li ser pişta sê keştiyên şer ji Okyanûsên Hind û Hêminê ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê keftine. Amaje jî daye ku, keştiya balafirhilgir a li USS Tripoliyê ku bingeha wê li Japonê ye niha ber bi deverê ve dimeşe.

Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku, ev hêz dê tevlî zêdetir ji 50 hezar serbazên Amerîkayî bibin ku pêştir li deverê hatine binecihkirin. Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku êrîşên Îranê yên li ser Tengava Hurmizê û derdora wê bûn sedema astengkirina hatin û çûna deryayî li vê rêya girîng û zirareke cidî gihand aboriya cîhanê.

Herwesa tora CNNê jî ragihand ku, ev hêza nû yekîneyeke deryayî ya şandî ye û bi rengekî normal 2 hezar 500 serbaz û deryavanan vedigire. Herwesa Wall Street Journalê eşkere jî kir ku, daxwaza şandina vê êzê ji hêla Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve hatiye kirin û ji hêla Wezîrê Şer Pete Hegseth ve hatiye pejirandin.

Tora ABCê jî ragihand ku, ferman hatiye dayîn ku yekîneya 31ê ya Marênzê (31st MEU) ku bi rengekî normal li Japonê hatiye binecihkirin, ber bi Rojhilata Navîn ve bimeşe. Rayedarên leşkerî dibêjin: Şandina vê yekîneyê ne şert e ku ji bo şerê bejahî di nav Îranê de be, belkî şiyan û vebijarkên cuda cuda yên bejahî, deryayî û asmanî dixe ber destê fermandaran da ku di dema pêdivî de bi kar bînin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.