Heyva Sor a Îranê: Ji ber êrîşan 160 navendên tenduristiyê û 120 dibistan hatine rûxandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyva Sor a Îranê ragihand, di encama êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de, ziyaneke mezin gihîştiye binesaziya sivîl û bi sedan kes bûne qurbanî. Li gorî daxuyaniyê, heta niha bi dehan navendên tenduristiyê û dibistan hatine rûxandin.

Heyva Sor a Îranê îro 14ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, êrîşên Amerîka û Îsraîlê li seranserê welat bûne sedema rûxandina 160 navendên tenduristiyê û 120 dibistanan.

Heyva Sor a Îranê diyar kir, ji ber bombebarana dibistanan, 206 xwendekar û karmendên sektora perwerdeyê jiyana xwe jidest dane. Herwiha hat ragihandin, ji destpêka şer ve 16 karmendên tenduristiyê û karmendekî hawarhatinê di dema pêkanîna erkên xwe yên mirovî de hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ziyan ne tenê bi navendên tenduristî û perwerdeyê ve sînordar in; lê belê bi hezaran avahiyên sivîl, xaniyên welatiyan, bazar û dezgehên xizmetguzariyê jî bûne armanca êrîşan. Ev yek bûye sedema wêranbûneke berfireh a binesaziya welat û zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl.

Tîmên hawarhatinê û rizgarkirinê tekez kirine ku ew bi şev û roj kar dikin, da ku qurbaniyan ji bin kavilên avahiyan derxin û alîkariyên seretayî û xwarinê bigihînin kesên ziyandîtî.

Heyva Sor a Îranê di dawiya daxuyaniya xwe de, armancgirtina navendên pizîşkî û perwerdeyê wekî "binpêkirineke eşkere ya yasayên mirovî yên navneteweyî" pênase kir. Rêxistinê bang li civaka navneteweyî û saziyên mirovî kir ku ji bo parastina sivîlan demildest destwerdanê bikin û ewlehiya tîmên pizîşkî û rizgarkirinê li herêmên şer garantî bikin.