Hewlêr daxwazê ji Hikûmeta Federal dike sînorekî ji grûpên deryasayî re deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku li dijî milîsên deryasayî berpirsyariya xwe hilgire.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 14ê Adarê derbarê armancgirtina avahiya dîplomatîk a Îmaratê daxuyaniyek belav kir û ev êrîş wekî kiryareke "terorîstî û têkderane" pênase kir û ragihand, ew hemû êrîşên li ser ax, sazî, konsulxane û nîştecîhên dîplomatîk şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev êrîş binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî û serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê ye. herwiha Hikûmetê tekez kir ku ti hincet ji bo van êrîşan nînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir, erkên xwe yên yasayî bicîh bîne û got: "Pêwîst e Hikûmeta Federal sînorekî ji bo wan hêz, grûp û milîsên deryasayî deyne ku bûne gefeke rasteqîn li ser xelkê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê." Hat gotin jî, di encama van êrîşên neheq de, heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û ziyanên mezin gihîştine welat.

Ji dema ku şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiriye, grûpên çekdar ên deryasayî yên Iraqê, bi rêya dronên xwekuj, hewl didin binkeyên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan û herwiha konsulxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê bikin armanc.

Hemû ew êrîşên ku bi rêya dronan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Amerîka û hevpeymanan ve hatine têkbirin. Lê belê di encama êrîşan de ziyanên canî û madî derketine.