Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe dike ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyariyeke ewlehiyê ya lezgîn belav kir û tê de daxwaz ji hemû welatiyên Amerîkî kir ku ji ber xirabbûna rewşa ewlehiyê û êrîşên milîsan, demildest axa Iraqê bicih bihêlin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro 14ê Adarê ragihand, milîsên terorîst ên ser bi Îranê ve êrîşên bêserûber li dijî welatiyên Amerîkî û berjewendiyên Amerîkayê li seranserê Iraqê pêk anîne. Hat diyarkirin ku Herêma Kesk a li Bexdayê hatiye girtin û êrîşên berdewam li ser derdora Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê têne kirin.

Amerîkayê asta hişyariya geştkirina bo Iraqê derxist "Asta Çaremîn" ku tê wateya (Geştê neke). Sedema vê yekê jî ji bo hebûna metirsiyên teror, revandin, şerê çekdarî û aloziyên sivîl hat vegerandin, tevî sînordarbûna şiyana balyozxaneyê ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyên hawarçûnê.

Li gorî daxuyaniyê, milîs ne tenê binkeyên serbazî, lê belê saziyên dîplomatîk, kompanyayên Amerîkî, binesaziya enerjiyê û heta wan otêlên ku biyanî lê dimînin jî dikin armanc.

Balyozxaneya Amerîkayê aşkere kir, niha geştên asmanî yên bazirganî li Iraqê hatine rawestandin; lewma daxwaz ji welatiyên xwe kir ku heger ji bo wan ewle be, di ser sînorên bejayî re ber bi welatên (Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiye) axa Iraqê bicih bihêlin, ji ber ku eger heye ew sînor jî di her kêliyê de werin girtin.

Di dawiya hişyariyê de hat gotin, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio parastina canê welatiyên Amerîkî xistine serê lîsteya karên xwe yên pêşîniyê û hikûmeta Amerîkayê amade ye zanyariyên pêwîst ji bo hêsankirina derketina welatiyan dabîn bike.