Supaya Pasdaran: Eger pêwîst bike, em ê hemû bankên Amerîkî yên li navçeyê bikin armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê berpirsyariya êrîşên li ser şaxên banka Amerîkî "Citibank" ên li Dubai û Menamayê girt ser xwe. Supaya Pasdaran a Îranê ev gav wekî bersivek li hemberî armancgirtina bankên wan pênase kir û gefa berfirehkirina êrîşên li ser saziyên aborî yên Amerîkayê xwar.
Medyaya Îranê îro 14ê Adarê belav kir, Komara Îslamiya Îranê şeva borî bi rêya dronan her du şaxên banka Amerîkî "Citibank" ên li bajarê Dubai (Îmarat) û Menamaya paytexta Behreynê kirine armanc.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir, ev êrîş di bersiva wê de bûye ku "dujmin du bankên Îranî kirine armanc". Pasdarên Îranê hişyariyeke tund da û ragihand: "Heger êrîşên Amerîkayê dubare bibin, dê hemû şaxên bankên Amerîkî yên li herêmê bibin armancên me."
Ajansa nûçeyan a "Tasnim" a Îranî piştrast kir, şaxên wê banka Amerîkî li Dubai û Menamayê rûbirûyî êrîşê bûne. Ajansê bal kişand ser pêgeha aborî ya "Citibank" û got ku ev bank yek ji saziyên herî girîng ên darayî ya cîhanê ye û di danûstandinên navneteweyî û sîstema dayîna bi dolarê Amerîkî de roleke sereke dilîze.
Citibank di rêza wan saziyên darayî de ye ku li ser asta cîhanê xwedî girîngiyeke sîstematîk a mezin e. Li gorî amaran, qebareya sermaye û hebûnên vê bankê di sala 2025an de nêzîkî 2.64 trîlyon dolar hatiye texmînkirin, ku ev yek wê dike yek ji bankên herî mezin û zexm ên cîhanê.