Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriyeyê di peywendiyeke telefonî de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotûbêj kirin û her du aliyan êrîşên li ser Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê şermezar kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Adarê peywendiyeke telefonî ji Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Donald Trump bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê wergirt.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, di peywendiya telefonî de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê şermezar kirin. Di heman demê de tekez kirin ku pêwîst e di peywendiyeke berdewam de bin.