Reuters: Washington û Tehran pêşniyarên welatên navçeyê yên bo rawestandina şer red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên agahdar aşkere kirin, rêveberiya Donald Trump pêşniyarên hevpeymanên xwe yên navçeyê yên ji bo agirbestê red kirine. Li aliyê din, Tehranê jî ragihand ku heta êrîş bidawî nebin, ew nakevin nava ti danûstandinan.

Sê jêderên agahdar ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandin, rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, hemû hewldanên dîplomatîk ên welatên hevpeyman ên li Rojhilata Navîn red kirine. Armanca van hewldanan ew bû ku agirbestek were ragihandin û şerê li dijî Îranê bi dawî bibe.

Herwiha du jêderên pilebilind ên Îranî ji heman ajansê re diyar kirin, Tehranê jî her cure agirbestek red kiriye. Îran daxwaz dike ku berî her tiştî divê êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser axa wan bi temamî werin rawestandin, da ku rê ji danûstandinan re vebe.

Li gorî heman jêderan, di nava du heftiyên borî de çendîn welatên navçeyê û navneteweyî hewl dane navbeynkariyê bikin, da ku rê li ber karesateke mezintir bigirin. Lê belê helwestên tund û qatî yên her du aliyan bûne asteng ku ev hewldanên dîplomatîk bigihin serkeftinê.

Ev şer beriya du heftiyan, di beryabaniya roja şemiyê 28ê Sibata 2026an de bi êrîşeke asmanî ya berfireh û hevbeş a Amerîka û Îsraîlê dest pê kir. Di encama wê êrîşê de çendîn serkirdeyên pilebilind ên Îranê hatibûn kuştin.

Îranê jî di demeke kurt de bersiva van êrîşan da û bi rêya dehan mûşekan Îsraîl û binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li welatên navçeyê armanc girtin. Tevî hewldanên navneteweyî jî, hîn asoyê rawestandina vî şerî ne diyar e.