Wezareta Pêşmerge: Me êrîşî Heşda Şeibî nekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge bi tundî red dike ku hêzên wan êrîşî baregeheke Heşda Şaibî ya li sînorê parêzgeha Selahedînê kiribe. Wezaretê tekez kir jî, ew bi ti awayî ne beşek in ji wan rageşî û hevrikiyên serbazî yên li navçeyê.
Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, îro 14ê Adarê di hinek kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke nerast hatiye belavkirin ku qaşo destê hêzên Pêşmerge di êrîşa li ser baregeheke Heşda Şaibî de heye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em van hemû gotegot û nûçeyan bi tundî red dikin. Em radigihînin ku hêza Pêşmerge bi ti awayî ne beşek e ji wan rageşî û hevrikiyên serbazî yên li navçeyê. Pêşmerge beşdarî ti cure operasyoneke serbazî ya li dijî ti aliyekî nekiriye."
Wezareta Pêşmerge herwiha destnîşan kir: "Erkê sereke yê hêzên me, parastina asayîş û aramiyê ye û em pabendî hevahengî û karê hevbeş ê bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re ne."