Sûdanî: Êrîşkirina li ser baregehên hevpeymanan dê bibe sedema encamên metirsîdar ji bo Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekez kir, biryara şer tenê di destê saziyên fermî yên dewletê de ye. Herwiha hişyarî da  ku ew aliyên ku êrîşî nûnerên dîplomatîk dikin û got ku ev kiryar Iraqê rûbirûyî encamên metirsîdar dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Adarê pêşwazî li hejmarek zanayên olî kir. Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîr, Sûdanî bal kişand ser zehmetiyên mezin ên li pêşiya Iraqê û hewildanên hikûmetê yên ji bo derbaskirina vê qonaxê.

Serokwezîr Sûdanî hişyarî da ku bazneya şer berfireh bûye û navçe di bin metirsiya şerekî karesatbar de ye ku li binesaziya aborî gef e. Sûdanî got: "Ji ber operasyonên serbazî rewşa ewlehiyê xirab dibe. Divê were zanîn ku biryara şer tenê di destê dewlet û saziyên wê yên destûrî de ye."

Derbarê êrîşên li ser balyozxane û hêzên hevpeymanan, Sûdanî got: "Bombebarankirina baregehên dîplomatîk û hevpeymanan Iraqê rûbirûyî encamên metirsîdar dike. Dewlet dê bi rêya saziyên xwe yên qanûnî berdewam be di peydakirin û lêpirsînkirina wan kesên ku di van kiryarên şermezarkirî de cîh digirin."

Sûdanî aşkere kir, hêzên ewlehiyê heta niha gelek hewildanên êrîşê yên li ser navendên aborî û dîplomatîk pûç kirine. Herwiha behsa hewildanên dîplomatîk ên Iraqê (wekî Seroka Lûtkeya Erebî) kir ku kar ji bo rawestandina vî şerî dikin.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser krîza Libnanê û got, koçberbûna 900 hezar Libnaniyan rewşa navçeyê aloztir kiriye. Sûdanî rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê jî girt û got: "Tawanbar Netanyahu navçe xistiye nav şerekî bêhempa. Ew di bikaranîna çekên qedexekirî de dudil nabe û destên wî bi xwîna mirovên bêguneh sor bûne."