Tevgera bazirganî û geştiyariyê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ji bo dema 15 rojan ji ber rewşa ewlehî û şer girtî bûn, tevgera bazirganî û geştiyariyê îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) bi rengekî fermî li deriyên Hacî Omeran û Başmaxê hat destpêkirin.
Deriyê Hacî Omeranê
Peyamnêrê Kurdistan24ê Bekir Silêman li Deriyê Hacî Omeranê got: Bi vekirina vî derîyî re, karwanên kamyonan ber bi sînorê Temerçînê yê Îranê ve bi rê keftin da ku kelûpelan hawirde bikin.
Bekir Silêman eşkere jî kir: Girtina 15 rojan a vî derîyî bandoreke neyînî li ser jiyara zêdetir ji hezar bazirgan û 120 şofêrên taksiyê kiriye, ku ji ber rawestandina tevgeran bêkar mabûn. Li ser celebên kelûpelan jî, li gorî amaran 80% ya hawirdeyan kelûpelên avahiyan, 15% yên timbêlan û 5% jî sebze, fêkî, berhemên şîr û vexwarinên gazî ne.
Vekirina vî derîyî ji bo her du aliyan girîng e, lê ji bo Komara Îslamî ya Îranê ku di rewşa şer de ye feydeyên aborî yên pir mezintir hene.
Deriyê Başmaxê
Di vê navberê de, peyamnêra Kurdistan24ê Dalya Kemal ji Deriyê Sînorî yê Başmaxê got ku, tevgera bazirganî û geştiyariyê li wî derîyî bi temamî normal bûye û hemî rêkarên pêdivî ji hêla yekîneya îdarî yên Pêncwînê û parêzgeha Silêmaniyê ve hatine bicihanîn.
Dalya Kemal herwesa got: Deriyê Başmaxê ji destpêka şer ve bi awayekî demkî hatibû rawestandin, lê îro bi rengekî berçav tevger lê tê dîtin, rojane zêdetir ji 500 kamyonan di vî derîyî re kelûpel, berhemên şîr û sebzeyan ji bo parêzgeha Silêmaniyê û deverên din ên Herêma Kurdistanê vediguhêzin.
Vekirina van deriyan wekî pêngaveke girîng ji bo kêmkirina zirarên aborî û normalkirina şert û mercên bazarê li Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Ev jî di demekê de ye ku, Birêvebiriya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê duhî (Şemî, 14ê Adara 2026ê) ragihand ku, hatin û çûnên geştiyariyê û tevgera bazirganiyê dê ji roja Yekşemê ve li vî derîyî bên destpêkirin. Herwesa duhî Deriyê Seyranbenê jî hat vekirin.