Japon şandina keştîyên şer bo Tengava Hurmizê dinirxîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Japonê bersiva daxwaza Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê a şandina keştiyên şer da û got ku, ew dê keştiyên şer li ser daxwaza Trump neşîne Tengava Hurmizê.
Medyaya fermî ya Japonê ji çavkaniyeke Wezareta Derve ya welatê xwe veguhest ku, ew bi xwe dê biryara şandina keştiyên şer ji bo Tengava Hurmizê bidin û li ser daxwaza Serokê Amerîkayê dê wî karî nekin.
Çavkaniyekê ji Wezareta Berevaniyê ya Japonê jî ragihand ku, ew ji bo şandina keştiyên şer rûbirûyî biryareke giran bûne, lê niha wî karî dinirxînin.
Herwesa biryar e ku Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi li roja Çarşemê, 18ê Adara 2026ê, serdana Waşintonê bike û li Koçka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Şemî, 14ê Adara 2026ê) ji bo garantîkirina hatin û çûna keştiyan di Tengava Hurmizê re bang li çend welatan kir ku keştiyên xwe yên şer bişînin deverê.
Trump herwesa gelek caran rexne li hevalbendên xwe kiriye ku Waşinton xerciya parastina keştiyên wan dide û bang li welatan kiriye ku, ew bi xwe wê berpirsiyarîtiyê werbigirin û keştiyên xwe yên şer bişînin deverê.
Tengava Hurmizê yek ji rêyên avî yên herî stratejîk ên cîhanê yên veguhastina enerjiyê ye, Japon jî ji bo dabînkirina pêdivîtiyên xwe yên petrolê pir pê ve girêdayî ye. Di çend rojên borî de, ewlehiya hatin û çûna keştiyên bazirganî li wê deverê ji ber şerê Amerîka û Îranê û aloziyên Rojhilata Navîn ketiye bin xeterê.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.