Balyozxaneya Amerîkayê careke din ji welatiyên xwe dixwaze tavilê ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) daxuyaniyeke ewlehiyê ya lezgîn weşand û tê de hişyariyeke tund da welatiyên xwe û jê xwest ku tavilê ji Iraqê derkevin.

Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku, komên çekdar ên alîgirên Îranê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên gotreyî li ser welatiyan û berjewendiyên Amerîkayê dike.

Balyozxaneya Amerîkayê amaje jî da ku, Devera Kesk a Bexdayê çend caran hatiye armanckirin û niha jî bi gelemperî hatiye girtin, herwesa êrîşên dubare li ser derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê hatine kirin, ji ber vê yekê jî ji welatiyan xwest ku bi tu rengan bizavê nekin ku nêzîkî wan deveran bibin.

Balyozxaneya navbir tekez jî kir ku, Iraq di asta çarê ya xeterê de ye. Herwesa rênima dane wan ku ji ber tu sedemekê serdana Iraqê nekin, ji ber ku xetera teror, revandin û hevrikiyên çekdarî heye. Amaje jî da ku, wan koman êrîşî dezgehên dîplomatîk, şîrketên Amerîkayî û jêrxaneya enerjiyê kiriye.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser vebijarkên derketinê jî ragihadniye ku, asmanê Iraqê daxistî ye û geştên bazirganî nayên kirin, lê rêyên bejayî yên ber bi Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve vekirî ne, her çend pêşbîniya gelek derengmanê di dema geştkirina bi wan rêyan tê kirin.

Di dawiya wê daxuyaniyê de jî hatiye gotin ku, Hikûmeta Amerîkayê amade ye ku zanyarên pêdivî li ser vebijarkên rêwîtiyê bide welatiyan û ewlehiya wan li rêza yekê ya serpişka karên hikûmeta Amerîkayê ye.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.