Serok Barzanî daxwaza civîna her du hikûmetên federal û Herêmê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî daxwaz ji her du hikûmetên federal û Herêmê dike ku bicivin da ku kêşeyan çareser bikin. Serok Barzanî herwiha diyar kir, cudahiya nerînên siyasî yên aliyan zêde bûye.
Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Adarê daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kir ku di vê dema ku şer û aloziyeke zêde li navçeya me heye, Iraq di bin gefa qeyranên curbicur de ye û cudahiya nerînên siyasî yên aliyan jî berfireh bûye.
Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez daxwaz ji hikûmeta Iraqê ya federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku bi hev re bicivin, da ku kêşe û giriftan çareser bikin û bigihin rêkeftinekê. Herwiha divê rê li ber wan kesên fersendperest were girtin ku bi niyaz in qeyran û kêşeyan kûr bikin."