38 sal di ser Kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 38 sal di ser kîmyabarana bajarê Helebceyê re derbas dibin. Tevî derbasbûna sê dehsalan û heşt salan, hîn jî şopên wan gazên kujer li ser laşê qurbaniyan diyar in û birînên xelkê bajêr nehatine derman kirin.
Di 16ê Adara 1988an de, di rojên dawî yên şerê Iraq-Îranê de, rejîma Beis a Iraqê bajarê Helebceyê bi gazên jehrawî yên wekî Xerdel, Siyanîd, Sarîn û Tabûnê kîmyabaran kir. Di encama vê êrîşa hov de 5 hezar Kurd şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Kîmyabarana Helebceyê ne tenê komkujiyek bû, lê bû sedema koçberbûna 140 hezar kesan. Bi sedan zarok ji malbatên xwe qut bûn û hîn jî çarenûsa gelek ji wan ne diyar e. Rejîma Beis Helebce û bajarokên derdorê (Sîrwan, Xurmal, Biyare, Seyidsadiq) bi temamî wêran kirin. Tenê li bajarê Helebceyê 25 hezar xanî hatin rûxandin û bajar bi erdê re hat yekkirin.
Bexda qerebûya Helebceyê nake
Tevî ku di sala 2010an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê kîmyabarana Helebceyê wekî "Jenosîd" nas kir, lê hikûmetên Iraqê yên piştî sala 2003an, heta niha qerebûya madî û manewî ya qurbaniyan nekiriye.
Balkêş e ku roja 10ê Adara 2025an, Hikûmeta Federal a Iraqê ragihand ku roja 16ê Adarê li seranserê welat betlaneya fermî ye, lê ti pêngavek ji bo qerebûkirina malbatên şehîdan neavêt.
Rewşa tenduristiyê û Nexweşxaneya Berketiyan
Di sala 2019an de nexweşxaneyeke taybet ji bo berketiyên çekên kîmyawî hat vekirin. Lê belê hîn jî kêşeya derman û amûrên bijîşkî berdewam e. Niha li Helebceyê nêzîkî 400 berketiyên kîmyabarayê bi awayekî berdewam pêdiviya wan bi çareseriya bijîşkî heye û beşek ji wan ji bo dermankirinê diçin dervayî welat.
Helebce wekî parêzgeh: Geşepêdan û Aborî
Helebce di 13ê Adara 2014an de ji qezayê veguherî parêzgehê. Di çarçoveya karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 132 projeyên cuda li sînorê parêzgehê hatine cîbicîkirin. Yek ji serkeftinên herî mezin ê vê dawiyê ew e ku Helebce bû yekemîn bajarê Kurdistanê ku karê xizmeta elektrîkê lê bûye 24 saet.
Helebce ya ku bi axa xwe ya bi bereket û xwezaya xwe ya bedew tê naskirin, xwedî 110 hezar donim zeviyên çandiniyê ye û "Festîvala Hinarê" ya bajêr salane bi deh hezaran tûrîstan dikişîne cem xwe; her wiha bi navendên xwe yên tûrîstîk ên wekî Çawg, Bawekûçek, Gulan, Awêser û Zelmê salane mêvandariya nêzîkî 300 hezar geştyaran dike.
Îro li seranserê Kurdistanê û li dervayî welat, Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtin û bi çalakiyên cuda, salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê bi bîr anîn û serê xwe li ber giyana şehîdan tewandin.