Mesrûr Barzanî di bîranîna Helebceyê de: Destkeftên Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê, peyamek bi boneya salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku divê hikûmeta federal berpirsyariyên xwe yên yasayî û destûrî cîbicî bike û malbatên qurbaniyan qerebû bike. Her wiha wî bang kir ku destkeftên Herêma Kurdistanê yên ku berhema xwîna şehîdan in, werin parastin.
Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:
Di 38emîn salvegera kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê de, em bi rêz û rûmet şehîdên bêguneh ên vê karesata mezin bi bîr tînin ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin û armanca wê qirkirin û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bû.
Kîmyabarana Helebceyê di dîroka me de her dem birîneke kûr e û semboleke diyar û zelal a wê stemkarî û zordariyê ye ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin.
Divê ev tawana hov ti carî ji bîr û bîreweriya xelkê Kurdistanê û mirovahiyê neçe. Pêwîst e xelkê Kurdistanê ji bîr neke ku ev destkeftên îro li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin, berhema xwîna şehîdên me yên serbilind in û divê em bi her awayî wan biparêzin.
Di vê bîranîna xemgîn de, em careke din bîra hikûmeta federal tînin ku divê li gorî berpirsyariya xwe ya yasayî û destûrî tevbigere û bi awayekî hêja malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên Helebce, enfalkirî û hemû qurbaniyên din ên destê rejîma berê ya Iraqê qerebû bike.
Serê rêz û newaziş li ber giyana paqij a şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê