Axios: Trump ji bo vekirina Tengava Hurmizê hevpeymaniyeke navdewletî radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Axios" a Amerîkî aşkere kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vekirina Tengava Hurmizê amadekariya hevpeymaniyeke berfireh a navneteweyî dike. Li gorî raportê, Amerîka vebijarka kontrolkirina Girava Xargê ya Îranê jî dinirxîne.

Li gorî raporta ku Axiosê ji çar çavkaniyên agahdar girtiye, tê payîn ku Trump di dawiya vê heftiyê de bi fermî "Hevpeymaniya Hurmizê" ragihîne. Ev pêngav wekî bersivek li hemberî berdewamiya rêgrtina li keştiyên petrolê ji aliyê Îranê ve, tê nirxandin.

Çavkaniyan diyar kir ku Trump tenê bi fişara asmanî nasekine; ew niha bijardeya şandina hêzên bejayî ji bo kontrolkirina Girava Xargê ya Îranê gotûbêj dike. Girava Xargê ji bo Îranê xaleke krîtîk e, ji ber ku ji sedî 90ê hinartina petrola wî welatî di ser vê giravê re pêk tê. Kontrolkirina vê giravê dê bibe "kujertirîn derba aborî" ji bo Tehranê.

Donald Trump li ser platforma "Truth Social" û di daxuyaniyên xwe yên ji bo rojnamevanan de, daxwaz ji welatên wekî Çîn, Fransa, Japon, Koreya Başûr û Brîtanyayê kir ku bi keştiyên şer û dronan beşdarî vê hevpeymaniyê bibin.

Trump bal kişand ser nirxê petrolê û got: "Em bi gelek welatan re axivîn û me bersivên baş girtin. Zêdehiya vê petrolê ne ya me ye; lewma heger ew welat dixwazin nirxê petrolê dakeve, divê di parastina tengavê de alîkar bin."

Di çarçoveya van hewildanan de, Trump bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re peywendiyeke telefonî encam da. Ev di dema ku firokeyên Amerîkî berdewam in di bombebarankirina armancên serbazî yên li Girava Xargê de. 

Hewldanên Washingtonê di demekê de ne ku ji ber dorpêça Îranê ya li ser Tengava Hurmizê, nirxê petrol û gazê li bazarên cîhanî pir bilind bûye. Trump di wê baweriyê de ye ku heta tengav neyê vekirin, şer bi dawî nabe.

Lê belê pispor hişyarî didin ku her tevgereke bejayî ya li ser Girava Xargê, dibe ku Îranê han bide ku wekî tolhildan êrîşî dezgehên petrolê yên welatên Kendavê, bi taybetî Erebistana Siûdî bike. Ev yek dikare agirê şer li seranserê herêmê hîn zêdetir geş bike.