Kaja Kallas: Em kar ji bo parastina Tengava Hurmizê û daxistina nirxê petrolê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas ragihand, ew bi hûrî kar li ser çawaniya hiştina Tengava Hurmizê vekirî dikin. Kallas hişyarî da ku girtina vê tengavê, dê bibe sedema krîzeke mezin a xorak û enerjiyê ne tenê li Ewropayê, lê li seranserê cîhanê.

Kaja Kallas îro 16ê Adarê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re aşkere kir, wekî beşek ji stratejiya parastina ewlehiya enerjiyê û tevgera bazirganiya cîhanî, Yekîtiya Ewropayê plan dike erka xwe ya deryayî berfireh bike.

Kallas diyar kir, Yekîtiya Ewropayê niha di qonaxa lêkolînê de ye da ku guherînan di erka serbazî ya deryayî ya bi navê "Aspides" de bike. Armanc ew e ku qada xebata vê hêzê bigihe Tengava Hurmizê jî, da ku parastina pêwîst ji bo keştiyên bazirganî li hemberî her gefekê dabîn bikin.

Berpirsa Bilind a Ewropayê tekez kir, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bandoreke rasterast li ser bilindbûna nirxê petrolê kirine. Kallas got: "Em bi nîgeranî li bandora van tundûtûjiyan a li ser bazara enerjiyê dinêrin. Em dixwazin nirxê petrolê dakeve, ji ber ku bilindbûna wê bandoreke pir xirab li ser aboriya cîhanî kiriye."

Kaja Kallas hişyarî da ku girtina Tengava Hurmizê dê ziyanên aborî yên pir mezin bi dawî bîne. Herwiha destnîşan kir ku ev bandor tenê li ser Ewropayê namîne, lê dê welatên parzemîna Afrîkayê jî bixe nav qeyranên giran; ji ber ku ev tengav şahdamara veguhastina sotemenî û pêdiviyên bingehîn e.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Kallas bal kişand ser metirsiyeke din a mezin û got: "Girtina Tengava Hurmizê ne tenê kêşeya enerjiyê, lê dê kêşeyeke cidî ya xorakê jî li cîhanê ava bike. Ji ber vê yekê, parastina vê rêrewê ji bo Yekîtiya Ewropayê di rêza pêşîn de ye."