Belgefîlmekî nû li ser karesata Helebceyê tê nîşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 38emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de, belgefîlmekî nû ya bi navê "Henaseya Dawî ya Bajarekî" ku çîroka rastî ya du rizgarbûyên karesatê vedibêje, tê nîşandan.

Di salvegera kîmyabarankirina bajarê Helebceyê de, belgefîlmê "Henaseya Dawî ya Bajarekî" ya derhêner Nivar Luqman, îro 16ê Adarê tê nîşandan. Ev berhem ronahiyê dixe ser êş û bîreweriyên giran ên ku hîn jî di dilê xelkê Helebceyê de zindî ne.

Derhêner Nivar Luqman ji Kurdistan24ê re ragihand, belgefîlm bi awayekî mirovî û bi bandor, çîroka du kesan vedibêje: "Yek ji wan di dema karesatê de rasterast li nava Helebceyê bûye û şahidiya hovîtiyê kiriye. Kesê duyem dema êrîş pêk hatiye li dervayî bajêr bûye û piştre nûçeya şehîdbûna hemû malbata xwe wergirtiye. Ev du çîrok dibin dengê wê êşa giran a ku heta niha berdewam dike."

Di belgefîlm de Bahadîn Helebceyî û Ekrem Mihemed Mehmûd ku her du jî şahidên zindî ne û hemû kesûkarên xwe di wê roja reş de winda kirine, cih digirin. Derhêner destnîşan kir ku amadebûna wan ne tenê roleke hunerî ye, lê belê veguhastina bîreweriyeke dîrokî û jiyaneke tijî êş e bo cîhanê.

Wênegrtina belgefîlm li bajarên Helebce û Silêmaniyê hatiye kirin. Nivar Luqman derbarê amanca projeyê de got: "Amanca me ne tenê behskirina dîrokê ye, lê parastina bîra qurbaniyan û nîşandana rastiyan ji bo nifşên nû ye. Em dixwazin dengê van qurbaniyan bigihînin cîhanê da ku ev karesata mirovî tu carî neyê jibîrkirin."

Bajarê Helebceyê di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rejîma Beis ve bi çekên kîmyawî hatibû bombebaran kirin û di encamê de 5 hezar mirovên bêguneh şehîd bûn. Belgefîlmê "Henaseya Dawî ya Bajarekî" wekî hewildanekê ji bo zindîhiştina dengê Helebceyê îro di salvegera karesatê de tê nîşandan.