Deriyê sînorî yê Hemamê yê li Efrînê bi temamî tê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ragihand, deriyê sînorî yê Hemamê yê li sînorê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ji sibe 17ê Adara 2026an ve bi temamî tê girtin.
Desteyê di daxuyaniyekê de hat diyarkirin, rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de çûnûhatinê bikin, dikarin ji niha pê ve deriyên "Bab Hewa" yan jî "Deriyê Selame" bikar bînin. Di daxuyaniya fermî de derbarê sedema girtina derî de tu agahî nehatin parvekirin.
Deriyê Hemamê ne deriyekî sînor ê fermî û navdewletî ye ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatibe naskirin. Ev derî di sala 2019an de, piştî ku artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên bi ser ve herêma Efrînê kontrol kiribûn, hatibû vekirin. Di vê heyamê de derî bi awayekî sînordar ji bo bazirganî û derbasbûna mirovan dihat bikaranîn.