Serokatiya Komarê: Pêwîst e budceyeke taybet ji bo qerebûkirina Helebceyê were veqetandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Komara Iraqê di 38emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê de ragihand, yekrêziya pêkhateyên Iraqê mîsogeriya sîstema demokratîk e. Serokatiya Komarê her wiha daxwaz kir ku budceyeke taybet ji bo nûjenkirin û qerebûkirina Helebceyê were veqetandin.

Cîgirê Serokê Dîwana Serokatiya Komarê Izzedîne Mecîd îro 16ê Adarê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê peyama Serokatiya Komarê weşand. Di peyamê de hat destnîşankirin: "Helebce bûye sembola berxwedan û îradeya gelê me ya ji bo jiyan û azadiyê."

Serokatiya Komarê bal kişand ser biryarnameya hejmar (19) a sala 2025an ku tê de Helebce bi fermî wekî parêzgeh hat naskirin. Di daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Federal û Encûmena Nûneran (Parlamen) hat kirin ku, budceyeke taybet ji bo avadanî û nûjenkirina Helebceyê veqetînin û ziyandîtiyên bajêr bi awayekî şayiste werin qerebûkirin.

Di beşeke din a peyamê de hat gotin, yekrêziya di navbera Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû pêkhateyên din de, bûye sedema rûxandina dîktatoriyê û avakirina Iraqeke demokratîk. Serokatiya Komarê tekez kir jî, ev yekîtî "tekane garantî" ye bo parastina aramiya Iraqê.

Serokatiya Komara Iraqê derbarê rewşa aloz a herêmê de jî helwesta xwe dubare kir û ragihand, Iraq alîgirê dûrxistina şer û mantiqa çekan e. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Divê diyalog wekî rêya sereke ya çareserkirina kêşeyan were bikaranîn û rêz li serweriya dewletan were girtin, da ku asayîşeke mayînde li Rojhilata Navîn pêk were."

Îro 38 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin. Di 16ê Adara 1988an de, rejîma Beis bajarê Helebceyê bi çekên kîmyawî bombebaran kir û di encamê de nêzîkî 5 hezar mirov şehîd bûn û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.