Îsmaîl Beqayî: Tengava Hurmizê bi temamî nehatiye girtin û bi merc vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Tengava Hurmizê bi temamî nehatiye girtin û diyar kir ku tevgera keştiyan, bi hinek mercên taybet, rewa ye; lê ev yek keştiyên wan welatên ku "dujminên Îranê ne" li xwe nagire.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 16ê Adarê di daxuyaniyekê de got: "Amerîka, Îsraîl û alîgirên wan nikarin ji bo zirarê bidin Îranê sûdê ji Tengava Hurmizê werbigirin." Her wiha destnîşan kir ku ev prensîb li gorî yasayên navdewletî ye.

Beqayî got, ew aliyên beşdarî destdirêjiya serbazî ya li ser Îranê nabin, dikarin piştî hevahengî û wergirtina moletê ji hêzên çekdar ên Îranê, di tengavê re derbas bibin. Herwiha tekez kir, wan ji destpêkê ve daxwaz ji welatên herêmê kiriye ku axa xwe ji bo êrîşkirina ser Îranê bi kar neynin.

Berdevkê Îranî destnîşan kir, tevgera keştiyan bi awayekî "ewle" û li gorî mercên diyarkirî tê kirin, da ku asayîşa Îranê were parastin û rê li ber her kiryareke dijminane bê girtin.

Di vê çarçoveyê de, girtina pratîkî ya tengavê ji aliyê Tehranê ve – wekî bersivek li hemberî êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê – bûye sedema aloziyeke mezin di dabînkirina enerjiyê û bazirganiya cîhanî de. Ev yek bûye sedema bilindbûna berçav a nirxê petrolê.

Li gorî gotina Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, di nava 10 rojên yekem ên şer de, nirxê gazê li Yekîtiya Ewropayê %50 û nirxê petrolê jî %27 bilind bûye.