Ji ber êrîşeke dronî, barkirina petrolê li bendera Fûceyre ya Îmaratê rawestiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber êrîşeke bi dronan, proseyê hinardekirina rojane ya yek mîlyon bermîl petrola Îmaratê li bendera Fûceyre hat rawestandin.
Du jêderan ji ajansa Reutersê re ragihandin, barkirina petrolê li bendera Fûceyre ya Îmaratê hatiye rawestandin. Sedema vê yekê, êrîşeke dronî ye ku di encamê de agir bi devera pîşesaziya petrolê ya Îmaratê ketiye.
Bendera Fûceyre li ser Kendava Omanê û li nêzîkî Tengava Hurmizê ye. Ev bender ji bo hinardekirina petrola xam a "Murban" a Îmaratê deriyekî sereke ye ku rojane nêzîkî 1 mîlyon bermîl petrol jê tê hinardekirin. Ev qebare bi tenê ji sedî 1ê daxwaza petrolê ya li seranserê cîhanê pêk tîne.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Fûceyre di daxuyaniyekê de aşkere kir, tîmên parastina şaristanî niha mijûlî vemirandina agir in. Herwiha hat destnîşankirin ku di vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.
Ev rawestandina kar, wekî duyemîn aloziya mezin tê hejmartin ku di nava çend rojên borî de bi ser vî navenda krîtîk a dabînkirina sotemeniyê de hatiye.
Ev êrîş hevdem in li gel bilindbûna asta hevrikî û şerên navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê; ev rewş bûye sedema çêbûna astengiyan li pêşiya tevgera deryayî ya di hundirê Tengava Hurmizê de.
Tengava Hurmizê rêreweke avî ya teng e di navbera Îran û Omanê de û ji sedî 20ê dabînkirina petrola cîhanê di wê tengavê re derbas dibe.