Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê Tirkiye Komkujiya Helebceyê wekî 'Jenosîd' nas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro 16ê Adarê, daxuyaniyek bi boneya 38emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê belav kir. Înisîyatîfê bang li Tirkiyeyê kir ku karesata Helebceyê bi fermî wekî "jenosîd" nas bike û tekezî li ser giringiya yekîtiya neteweyî ya li dijî êrîşan kir.

Daxuyaniya Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk:

Gelê Kurd li ser axa xwe ya qedîm ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê gelek caran rastî komkujiyan hatiye. Komkujiya Helepçe jî ku di 16ê Adara 1988an de pêk hat, di dîroka me de yek ji êşeke bê derman e. Her çiqas di ser re 38 sal jî derbas bin, êş û azara zarok û jinên Helepçeyê hê jî di guhê her kesê xwedî wijdan de ye. 

Li Iraqê rejima Baasê ya nijadperest û kolonyalîst di navbera salên 1986 û 1989an de dest bi êrîşan kir û navê vê jî wekî “Operasyona Enfalê” danî. Gund hatin şewitandin, bi hezaran kes hatin koçberkirin, nexweşxane û mizgeft hatin bomberankirin, cih û warên sivîl hatin wêrankirin û herî dawî li Helepçeyê çekên kîmyewî hatin bi kar anîn. Di encama van êrîşan de bi giştî nêzî 200 hezar kes, li Helepçeyê tenê di êrîşeke bi gazên jehrî 5 hezarî zêdetir Kurd hatin qetilkirin. 

Komkujiya Helepçeyê di 1ê Adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê wekî jenosîd hat pênasekirin. Di heman demê de gelek welatan jî wekî sûcê dij-mirovahiyê pênase kir û ji aliyê parlamentoyên wan ve wekî “Jenosîda Kurd” hat pejirandin. Lê mixabin ku komkujiya Helepçeyê hê jî ji aliyê welatên ku bi mîlyonan Kurd lê dijin wekî jenosîd nehatiyê naskirin. 

Bi taybetî divê li Tirkiyeyê Komkujiya Helepçeyê bi awayekî fermî wekî “Jenosîd” were pejirandin. Lewra xwişk û biratî dê ancax bi êş û birînên hevdu xwedî derketinê pêk were. Herwiha pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî bi gavên vî rengî dê bi zêdetir watedar be. Lewra di çarçoveya pêvajoyê de tenê ne li ser erdnigariya Tirkiyeyê, divê li hemberî çar parçe Kurdistanê helwest û nêrîneke pozîtîf were ava kirin. 

Gelê Kurd ji ber ezmûna Komkujiya Helepçeyê baştîr dizanê ku avakirina yekîtiya demokratîk û neteweyî bersiva herî mezin a li dijî êrîşên nijadperestî û rejimên faşîst e. Lewra yekîtiya demokratîk tenê pêşî li “Brakujiyê” nagire, di heman demê de li dijî qirkirin û komkujiyan jî li ser polîtîkayên herêmî û navneteweyî xwediyê roleke dîyarker e. Ji ber vê, gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên Rojava rabûn ser piyan û nehîştin ku komkujiyeke nû pêk were. Îro di şerê Amerîka / Îsraîl û Îranê de jî armanca sereke ya yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Kurd ên li Îranê jî xwe parastin e. 

Refleksa parastinê ya herî bi bandor bêguman jibîrnekirin e, ji dîrokê ezmûn wergirtin e. Em ê bi vê hişmendiyê tu car Komkujiya Helepçeyê ji bîr nekin û qet nedin jibîrkirin. Em hemû berpirsiyarên vê jenosîdê bi tundî nalet û şermezar dikin û hemû kesên hatine qetilkirin cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.