Koçka Spî: Êrîşên Îranê ji sedî 90 kêm bûne

Caroline Levitt / Wêne: AFP
Caroline Levitt / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Koça Spî ragihand ku, wan zêdetir ji heft hezar armancên leşkerî li Îranê hingaftine û Serokê Amerîkayê bizavên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmizê didomîne.

Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Tengava Hurmizê bi gelek serkirdeyên welatan re danûstandin kirine. Di vê çarçoveyê de, ew bang li hevalbendên xwe yên NATOyê dikin ku, desttêwerdanê bikin û tevlî vekirina wê tengavê bibin.

Caroline Levitt herwesa ragihand ku, Amerîka li ser lawazkirina şiyanên leşkerî yên Îranê û tunekirina hêza deryayî ya wî welatî berdewam e. Ron jî kir ku, êrîşên hêza deryayî ya Îranê ji sedî 90 kêm bûne.

Berdevka Koçka Spî eşkere jî kir ku, wan heta niha zêdetir ji heft hezar armancên leşkerî li hundirê Îranê hingaftine. herwesa got: Serokê Amerîkayê bi tevahî bala xwe daye ser berdewambûna serkeftina Operasyona Hêrsbûna Dastanî ya li dijî Îranê.

Tengava Hurmiz rêyeke avî ya teng e û di navbera Îran û Omanê de ye, ku 20% ji dabînkirina petrola cîhanê di wê derê re deerbaz dibe.