Iraqçî: Amerîka bo vekirina Tengava Hurmizê hêviyan ji welatên din dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê tekez li ser wê yekê kir ku, divê şer bi awayekî bi dawî bibe ku rêyê nede careke din biqewime. Herwesa got: Amerîkayê bi merema xwebidestveberdana bê şert dest bi şer kir
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) ragihand: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi merema xwebidestveberdana bê şert dest bi şer kir, lê niha ji bo vekirina Tengava Hurmizê hêviyan ji welatên din dike.
Wezîrê Derve yê Îranê herwesa got: Divê şer bi awayekî bi dawî bibe ku rêyê nede careke din biqewime.
İraqçî eşkere jî kir: Em di nav berxwedanê de ne û em dê bêyî tu paşveçûnekê berdewam bin. Ez careke din dibêjim ku, me tu peyamek neşandiye û me banga agirbestê jî nekiriye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.