Şîrketên petrolê yên Amerîkayê li ser rewşa krîza enerjiyê hişyarî da

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya ‘Wall Street Journal’ê ji çend çavkaniyên haydar weşand ku, birêvebirên bicihanînê yên şîrketên mezin ên petrolê yên Amerîkayê hişyarî daye rayedarên birêvebiriya Trump ku, îhtîmal heye ku ew krîza enerjiyê ya ji ber şerê bi Îranê re çê bûye xirabtir bibe.

Di wê raportê de hatiye ku, birêvebirên bicihanînê yên şîrketên Exxon, Chevron û ConocoPhillips di hejmareke civînan de, ku li roja Çarşema borî li Koçka Spî hatine kirin, û herwesa di danûstandinên vê dawiyê yên bi Wezîrê Enerjiyê Chris Wright û Wezîrê Navxwe Doug Bergham re hişyarî da ku, lengbûna dabînkirina enerjiyê bi rêya Tengava Hurmizê ya stratejîk dê li ser çêkirina nebinecihiyê û bilindbûn û daketinan di bazarên enerjiyê yên cîhanê de berdewam be.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.