Wezareta Derve ya Amerîkayê: 61 hezar welatiyên me ji Rojhilata Navîn derketine

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê amareke nû li ser tevgera welatiyên Amerîkayê li deverê belav kir û ragihand ku, ji destpêka şerê li dijî Îranê ve bi dehan hezar Amerîkayî ji Rojhilata Navîn derketine.

Tora ‘Fox News’ê ya Nûçeyan îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) ji çend berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand: Ji destpêka karên leşkerî û şerê li dijî Îranê ve, zêdetir ji 61 hezar welatiyên Amerîkayî ji Rojhilata Navîn derketine.

Wan berpirsan eşkere jî kir ku, ev koçkirina bikom a welatiyên Amerîkayê ji deverê wek bersivdanekê bû ji bo wan hişyariyên ewlehiyê yên tund ên ku ji hêla Waşintonê ve bi rengekî berdewam dihatin belavkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.