Parêzgarê Şamê derbarê firotina mey û vexwarinên alkolî de biryareke nû derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Şamê biryareke nû derxist û tê de pêşkêşkirina meyê û vexwarinên alkolî di nav xwaringeh û yaneyên şevê yên paytexta Sûriyeyê de qedexe kir. 

Parêzgariya Şamê ragihand, ji ber giliyên zêde yên niştecîhên bajêr û ji bo parastina "rewişta giştî", wan biryar girtiye ku servîskirina mey û vexwarinên alkolî di cihên giştî yên wekî xwaringeh û yaneyên şevê de qedexe bikin.

Li gorî biryara nû, firotina vexwarinên alkolî dê tenê li taxên Bab Toma, Qesa û Bab Şerqî were sînordarkirin, ku ev tax wekî navendên nifûsa krîstiyanên Şamê tên naskirin. Di taxên din ên bajêr de firotin û servîskirina alkolê bi temamî hat rawestandin.

Di çarçoveya rêziknameya nû de, şertên tund ji bo cihên ku alkolê difroşin hatine danîn. Li gorî vê, divê cihên meyfiroşiyê herî kêm 75 metre dûrî mizgeft, dêr û perstgeh, goristan û dibistanan bin.

Parêzgariya Şamê 3 meh mohlet da xwediyên wan dukan û kargehên ku mey û vexwarinên alkolî yên morkirî difroşin. Di vê maweyê de divê ew kargeh rewşa xwe li gorî biryarên nû biguherînin û pabendî rênimayan bin. Ger di dawiya sê mehan de pabendî neyê nîşandan, dê dukanên wan werin girtin û rûbirûyî cezayên qanûnî bibin.