Hefteya 3em a êrişan: 13 serbazên Amerîkî hatine kuştin û bi hezaran Îsraîlî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi destpêkirina hefteya sêyem a operasyonên li dijî Îranê re, hejmara kuştî û birîndarên serbazên Amerîkayê zêde bûye. Di heman demê de Îsraîlê ragihand, ji ber êrişên Îran û Libnanê bi hezaran kes birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) piştrast kir ku ji destpêka operasyonê ve (28ê Sibatê) heta niha 13 serbazên wan hatine kuştin. 

Li gorî raporê, 7 serbaz di encama êrişên mûşekî yên Îranê de li ser baregehên Amerîkayê hatine kuştin, 6 serbaz jî di encama ketina firokeyeke leşkerî de li Iraqê canê xwe ji dest dane.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hejmara serbazên wan ên birîndar gihîştiye 200 kesî. Hat diyarkirin ku rewşa 10 serbazan giran e. Ev birîndarbûn di baregehên Amerîkayê yên li (Behreyn, Iraq, Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Îmarat û Îsraîlê) de hatine tomarkirin.

Li Îsraîlê bîlanço giran dibe

Dezgehên hewarçûnê yên Îsraîlê ragihandin, 12 kes hatine kuştin; 9 ji wan di encama êrişeke mûşekî ya Îranê de li devera "Beit Shemesh" a nêzîkî Qudsê canê xwe ji dest dane. Her wiha artêşa Îsraîlê kuştina du serbazên xwe di şerê li başûrê Libnanê de piştrast kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî belav kir, ji destpêka şer ve 3 hezar û 530 birîndar rakirine nexweşxaneyan, tenê di 24 saetên dawî de 142 kes birîndar bûne, rewşa 8 birîndaran ne cîgir e.

Çavdêrên siyasî balê dikişînin ser wê yekê ku Îsraîl "sansûreke tund a leşkerî" bikar tîne û ziyanên xwe yên rastî vedişêre; tê texmînkirin ku hejmara kuştî û birîndaran ji ya ku tê ragihandin pir zêdetir be.

Li aliyê din, CENTCOMê ew nûçeyên medyaya Îranê û Supaya Pasdaran derewandine ku digotin "hinek firokeyên şer ên Amerîkayê hatine xistin". CENTCOMê tekez kir ku ev nûçe dûrî rastiyê ne, ti firokeyên wan zirar nedîtine û operasyonên wan ên asmanî bi biryardarî berdewam dikin.