Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê: Elî Larîcanî hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ragihand, di êrişeke asmanî de ku şeva borî li ser Tehranê pêk hat, Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî hatiye kuştin. Lê belê Tehran vê nûçeyê red dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro 17ê Adarê di daxuyaniyekê de eşkere kir, di encama operasyoneke asmanî ya hêzên wan de li ser paytexta Îranê, serkirdeyê navdar ê Îranî Elî Larîcanî hatiye kuştin.

Berevajî daxuyaniya Îsraîlê, medyaya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê nûçeya kuştina Elî Larîcanî rad kir. Medyaya Îranê ragihand, biryar e "piştî demeke kurt" Elî Larîcanî peyameke taybet belav bike.

Heta niha ti saziyeke fermî ya paytexta Îranê nûçeya mirina vî serkirdeyê pilebilind bi fermî pesend nekiriye. Elî Larîcanî ku wekî Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê kar dike, yek ji kesayetên herî bandorker ê sîstema siyasî û ewlehiyê ya Îranê tê hejmartin.