Fraksiyona PDKê: Civîna Parlamentoya Iraqê neyasayî ye û em beşdar nabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand, ew beşdarî civîna îşev a parlamentoyê nabin. PDKê ev civîn wekî "neyasayî" pênase kir.
Parlamenterê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro 17ê Adarê ji Kurdistan24ê re ragihand, wekî fraksiyona PDKê, ew ê beşdarî civîna îşev a parlamentoyê nebin.
Duberdanî destnîşan kir, sedema sereke ya boykotkirina civînê "neyasayîbûna" wê ye. Li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Iraqê, divê "Desteya Serokatiyê" (ku ji serok û her du cîgirên wî pêk tê) li ser rojeva civînan li hev bikin.
Lê belê, Şêrwan Duberdanî diyar kir ku Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê Ferhad Etrûşî razemendî li ser rojeva vê civînê nedaye; ji ber vê yekê civîn li dijî qanûn û rêziknameyan tê dîtin.
Parlamenterê PDKê derbarê helwesta xwe ya siyasî de jî got, ew nîgeran in ku li ser mijara pişka Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrolê, biryarên neheq werin girtin.
Herwiha Duberdanî got: "Em vê şêwaza reftarê bi temamî red dikin. Divê Bexda daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bike bingeha her biryarekê. Em li ser wê bingehê amade ne ligel Bexdayê gotûbêjan bikin."
Biryar e îşev Parlamentoya Iraqê li ser mijara hinardekirina petrolê civîneke taybet pêk bîne. Ji bo vê civînê, bang li Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê hatibû kirin ku amade bin.