Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Federal ji bo rawestandina êrişan berpirs e
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Ewlehiyê û Krîzan a Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî temambûna wê civînê konferanseke rojnamevanî li ser alozî û pêşveçûnên vê dawiyê yên deverê li dar xist û behsa rewşa ewlehiyê ya deverê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Pêşmerge, Asayîş, polîs û hemî hêzên ewlehiyê kir ji ber şevên wan ên bêxew di parastina tenahiya Herêma Kurdistanê de. Amaje jî da ku, dever di rewşeke hestyar re derbaz dibe, lê Herêma Kurdistanê ne parek ji van pevçûnan e û li ser ewlehiya tu welatekî cîran jî ne gef e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa bal kişand ser êrişên bi mûşek û dronan ên ku vê dawiyê li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û bi tundî şermezar kirin û ragihand: Em bang li civaka navneteweyî û bi taybetî hikûmeta federal dikin ku rêyê li wan hêz û komên neqanûnî bigirin, Ji ber ku parek ji wan mûçexurên hikûmeta federal in û ji aliyê wan ve tên pirçekdkirin.
Dilgermiya ji bo hinardekirina petrolê û pirsa mûçeyan
Mesrûr Barzanî di pareke din a axaftina xwe de bal kişand ser mijara petrol û aboriyê û tekez kir ku, tu aliyek bi qasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgerma çareserkirina pirsgirêka aborî û hinardekirina petrolê nîne.
Ron jî kir ku, êrîşkirina li ser zeviyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê bûye sedema rawestandina berhemandina navxweyî û bang li Bexdayê kir ku wan êrîşan rawestîne.
Tekez jî kir: Bexdayê bi xwe berî çend salan bi rêya dadgehê petrola Herêma Kurdistanê rawestand, ji ber vê yekê ne guneha Herêma Kurdistanê ye ku petrol rawestiyaye. Mîqdara petrola Iraqê jî ku biryar e bi rêya Herêma Kurdistanê bê hinardekirin sînordar e û hemî petrola Iraqê qerebû nake, lê em amade ne ku bi hikûmeta federal re ji bo hinardekirina petrolê hevkarî û hevahengiyê bikin.
Di derheqa mûçeyên fermanberan de jî ragihand: Nabe ku mûçe bi tu rengan wekî kartên siyasî bê bikaranîn û bê paşxistin. Gelê Kurdistanê mîna hemî Iraqiyan hejî wê yekê ye ku mûçeyên xwe di wextê xwe de werbigire.
Eşkere jî kir ku, wan pêşniyarên guncayî pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê kirine û li benda civîn û lihevkirina hevpar in.
Sîstema gumrikê (ASICODA) û ewlehiya xwarinê
Mesrûr Barzanî di bersiva pirsyarekê de li ser pirsgirêka deriyên sînorî û sîstema ASÎKUDAyê (ASICODA) ragihand: Herêma Kurdistanê di warê bicîhanîna wê sîstemê de tu pirsgirêk tune, lê pêdivîtiya wê bi demê heye (ji bo dema neh mehan) heta tê binecihkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa rexne li Bexdayê girt ku, bi wê hincetê rêyê li ber bazirganiyê û terxankirina dolarî ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê digire. Piştrastî jî da ku, hikûmetê planeke pêşwext heye û Herêma Kurdistanê tûşî krîza ewlehiya xwarinê nabe.
Peyamek ji bo aliyên siyasî
Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî hemî hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaza yekrêzî û helwesta neteweyî ji wan kir. Herwesa got: Ez bang li wan dikim ku berjewendiyên bilind ên welat di ser berjewendiyên partî û kesanî de deynin. Pirsgirêk bi tweetek û du gotinan çareser nabin, belkî ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê pêdivîtiya me bi helwesteke cidî heye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dawiyê meha Remezanê û cejnên Newroz û Remezanê li hemî welatiyên Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku, ev helkeftin ji bo welat bibin çavkaniya xêr û aştiyê.