Ferhad Etrûşî: Divê ji bo civîna parlamentoyê peyrewê navxwe bê bicihanîn

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand: Iraq niha di rewşeke hestyar û xeter re derbaz dibe. Herwesa got: Ji bo nehêlana qebxwaziyan, divê bizav û helwest yekgirtî bin û di çarçoveya berpirsiyariya neteweyî de pirsên mayî, wekî pirsên petrol û darayî, bên çareserkirin.

Cîgirê Duyê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir tê de got: Iraq niha di qonaxeke dijwar û xeter re derbaz dibe, rûbirûyî rewşeke nexwestî bûye, ji bo nehêlana wan qebxwaziyan pêdivîtî bi nerîn û bizavên yekgirtî heye.

Ferhad Etrûşî herwesa got: Bi nerîna berpirsiyariya neteweyî, em tekezê li ser pêdivîtiya çareserkirina pirsgirêkên mayî, xasma jî pirsgirêkên petrol û darayî, di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin, bi hesteke bilind a erkê neteweyî û berpirsiyariya hevpar û bi merema tevlîbûna di têkoşîna li dijî pirsgirêkan û nehêlana krîzan de.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: Ji bo parlamenter û fraksiyonên parlametoyê eşkere ye ku, li gorî peyrewê navxwe yê Parlamentoya Iraqê, divê danana bernameya karên civînê li ser bingeha lihevkirina di navbera Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî de be, ji ber vê yekê pabendnebûna bi vê bingehê binpêkirina qanûna Encûmena Nûneran  û peyrewê navxwe ye, ku mixabin heta niha çend caran ev derkeftina ji qanûnê qewimiye.

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew wekî Fraksiyona PDKê tevlî civîna îşev a Parlamentoya Iraqê nabin, ji ber ku ew civîn neqanûnî ye û Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoyê li ser wê civînê razî nebûye.

Biryar e ku Parlamentoya Iraqê îşev civîneke girêdayî hinardekirina petrola Iraqê li dar bixe û daxwaz kiriye ku, Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî wê bibin.