PDK: Civîna îşev a Parlamentoya Iraqê berevajî rênimayên qanûnî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê lidarxistina civîna îşev a Parlamentoya Iraqê perevajî rûnimayên qanûnî wesf kir û ji Heybet Helbûsî jî xwest ku, ji bo parastina rûmet û baweriya dezgeha danana qanûnan pabendî peyrewê navxwe be.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) li ser civîna îşev a Parlamentoya Iraqê, ku biryar e saet 9:00 bê lidarxistin, daxuyaniyek belav kir.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, Fraksiyona PDKê dê tevlî wê civînê nebe, ku biryar e îşev bê lidarxistin, ji ber ku bernameya karên wê bêyî erêkirina serokatiya parlamentoyê hatiye danan, ev jî berevajî madeyên 9 û 37ê yên peyrewê navxwe yê parlamentoyê ye.
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekez jî kir ku, ev civîn bi awayê niha berevajî rênimayên danana qanûnê ye. Herwesa ji Serokê Parlamentiya Iraqê Heybet Helbûsî jî xwest ku, ji bo parastina rûmet û baweriya dezgeha danana qanûnan pabendî peyrewê navxwe yê Parlamentoyê be.
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî her îro jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de got ku, Ji bo parlamenter û fraksiyonên parlametoyê eşkere ye ku, li gorî peyrewê navxwe yê Parlamentoya Iraqê, divê danana bernameya karên civînê li ser bingeha lihevkirina di navbera Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî de be, ji ber vê yekê pabendnebûna bi vê bingehê binpêkirina qanûna Encûmena Nûneran û peyrewê navxwe ye, ku mixabin heta niha çend caran ev derkeftina ji qanûnê qewimiye.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew wekî Fraksiyona PDKê tevlî civîna îşev a Parlamentoya Iraqê nabin, ji ber ku ew civîn neqanûnî ye û Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoyê li ser wê civînê razî nebûye.
Biryar e ku Parlamentoya Iraqê îşev civîneke girêdayî hinardekirina petrola Iraqê li dar bixe û daxwaz kiriye ku, Wezîrê Petrolê yê Iraqê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî wê bibin.