Mesrûr Barzanî: Danûstandinên me ligel Bexdayê bo rakirina astengiyên bazirganiyê berdewam in

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand ku, wan pêxemetî hestkirina bi berpirsiyariya neteweyî biryar daye ku di zûtirîn dem de rêyê bidin ku petrola Iraqê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bê hinardekirin. Herwesa tekez li ser berdewamiya danûstandinên bi Bexdayê re ji bo rakirina astengiyên bazirganiyê û parastina silametiya şîrketên petrol û gazê berdewam in.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: Bi liberçavwergirtina vê rewşa awarte ya ku hevrûşî welat bûye û wê berpirsiyariya ku erkê me tevan e ku ji bo derbazbûna ji vê rewşa dijwar bixebitin, me biryar da ku em di zûtirîn dem de rêyê bidin ku petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bê hinadekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: Danûstandinên me bi hikûmeta federal re dê berdewam bin, da ku ew astengiyên li ser hawirdekirin û tevgerên bazirganiyê li Herêma Kurdistanê hatine danan bi lez bên rakirin, herwesa dabînkirina garantiyê ji bo şirketên petrol û gazê da ku bi silametî dîsa dest bi berhemandinê bikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de jî spasî û rêzên xwe ji bo rol û piştgiriya hevkarên Amerîkayî di wê pêvajoyê de diyar kir.