Tom Barrack silavên Trump gihandin Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bi rêya telefonê axivîn û her du aliyan tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên ji bo aştî, ewlehî û tenahiya deverê kir.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê îro (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) danê êvarê bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di wê peywendiya telefonî de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê hat nîqaşkirin.

Tom Barrack silav û rêzên Serok Donald Trump gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û destxweşî li wî kir ku, amadebûna xwe ji bo alîkariya hikûmeta federal pêxemetî hinardekirina petrolê bi rêya Tirkiyeyê diyar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, danûstandinên bi hikûmeta federal re berdewam in. Herwesa tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî erkdar kiriye ku, hêsankarî ji bo hinardekirina petrolê pêxemetî berjewendiya xelkî di vê rewşa dijwar de bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: Em dê tiştê ku ji bo berjewendiya giştî pêdivî be bikin. Herwesa bang li Amerîkayê jî kir ku, rola xwe ya çavdêriyê ji bo danûstandinên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mijara gumrik û dorpêça bazirganiyê bidomînin.

Her du aliyan pêşxistina alîkarî û hevahengiyên berdewam di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê de ji bo parastina aştî, ewlehî û aramiya deverê tekez kir.