Supaya Pasdaran pêla 61emîn a operasyona li dijî Îsraîlê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, di çarçoveya pêla 61emîn a operasyona "Soza Rastgo 4" de, wan bi dehan mûşekên balîstîk avêtine ser Îsraîlê û zêdetirî 100 armancên leşkerî li kûrahiya wî welatî lê dane.

Supaya Pasdaran a Îranê îro 18ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, wan pêleke nû û berfireh a êrişan bi navê "Soza Rastgo 4" li dijî Îsraîlê dest pê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, di vê pêlê de bajarê Tel Avîvê û gelek navendên din bi giranî hatine mûşekbarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev êriş wekî "tolhildana xwîna Elî Larîcanî û hevalên wî" hatiye pêkanîn. 

Supaya Pasdaran ragihand, wan mûşekên herî pêşkeftî yên wekî Xuremşar-4, Qadir, Îmad û Xeyberşikên ku serên wan ên teqînê yên giran hene, di êrişê de bi kar anîne.

Hêzên Îranî îdîa dikin ku sîstemên berevaniya asmanî yên Îsraîlê hatine têkbirin û mûşekên wan ên bilez bi serkeftî li 100 armancên leşkerî û ewlehiyê yên li navenda Îsraîlê ketine. Li gorî texmînên ku Supaya Pasdaran belav kirine, tê pêşbînîkirin ku di encama van êrişan de zêdetirî 230 kes hatibin kuştin û birîndar bûbin.