Wezareta Samanên Siruştî: Hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêmê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ji bo rûbirûbûna rewşa awarte ya welat, hinardekirina petrolê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve dest pê kir.
Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 18ê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji bo rûbirûbûna wê rewşa "awarte" ya ku welat tê de derbas dibe, li ser biryara Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, îro saet 06:30ê sibehê proseya hinardekirina petrolê dest pê kiriye.
Wezaretê aşkere kir, bi hevahengiya ligel Wezareta Petrola Federal a Iraqê, wîstgeha petrolê ya "Saralo" hatiye xebitandin. Li gorî daxuyaniyê, armanc ew e ku rojane 250 hezar bermîl petrol bigihîje wîstgeha Fîşxabûrê û ji wir jî bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya li ser deryaya Spî ve were şandin.
Ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya hewildanên ji bo birêkxistina kerta enerjiyê û piştgirîkirina aboriya welat de tê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di vê qonaxa hestiyar de ku Iraq û navçe tê re derbas dibin.