Berpirsekî Kongressê: Amerîka danûstandinên nerasterast ligel Mucteba Xameneyî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê eşkere kir, tevî berdewamiya pevçûnên leşkerî, Washington bi rêyên nerasterast ligel rêberiya nû ya Îranê gotûbêjan dike.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Brian Mast di daxuyaniyekê de ragihand, tevî rewşa awarte û şerê li qadê, Amerîkayê bi şêweyekî nerasterast danûstandinan ligel rêberiya nû ya Îranê birêve dibe.

Brian Mast destnîşan kir, zextên leşkerî yên giran ên li ser Îranê, beşek in ji taktîka danûstandinê ya Washingtonê. Li gorî gotina wî, armanc ji van zextan ew e ku Tehran neçar bibe daxwazên Amerîkayê qebûl bike.

Mast armancên Amerîkayê yên di vî şerî de bi van xalan rêz kirin:

1- Têkbirina tam a şiyana leşkerî û moşekî ya Îranê.

2- Nehîştina bernameya atomî ya Îranê.

3- Misogerkirina wê yekê ku Îran êdî piştgiriyê nede milîsên li navçeyê.

Heta niha Koşka Spî û berpirsên rêveberiya Donald Trump derbarê van daxuyaniyên Brian Mast de, ti zelalkirin an daxuyaniyên fermî nedane.

Beriya çend rojan malpera "Axios" a Amerîkî jî ragihandibû, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araghçî piştî destpêkirina şer çend caran peywendî danîne, lê Tehranê ew nûçe bi tundî derewandibû.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû, îro 18ê Adarê jî bi dijwarî berdewam dike. Li aliyekî Washington û Tel Avîv xaka Îranê û baregehên milîsên nêzîkî Tehranê bombebaran dikin; li aliyê din jî Îran û hevpeymanên wê bi dron û mûşekên balîstîk êrişî baregehên Amerîkayê û bajarên Îsraîlê dikin.

Ev şerê ku niha tevahiya Rojhilata Navîn girtiye ber xwe, bûye sedema rawestandina piraniya hewildanên dîplomatîk û niha tenê bijardeyên leşkerî li qadê serdest e.