Parlamentoya Iraqê: Nabe destkarî di mûçeyên fermanberên Herêmê de were kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya dawî de biryar da ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji nakokiyên siyasî were veqetandin û Hikûmeta Federal neçar kir ku mûçeyan bi temamî xerc bike.

Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento), di rûniştina xwe ya 14emîn de ku şeva borî bi amadebûna 196 endaman pêk hat, bi giranî li ser mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestiya. Di civînê de çend biryarên yekalker hatin girtin.

"Nabe mûçe bibe qurbaniya nakokiyên siyasî"

Serokê Parlamentoya Iraqê di dema civînê de tekez kir, ew mîna parlamento rijd in ku bi ti awayî destkarî di mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de neyê kirin. Serokê Parlamentoyê diyar kir, ew rê nadin kêşeyên siyasî û pirsgirêkên petrolê bibin sedema "birçîkirina xelkê" yan zirarê bigihînin debara jiyana mûçexurên Herêmê.

Ji bo çareseriyeke bingehîn a vê kêşeyê, Serokê Parlamentoyê daxwaz kir ku mijara "bankîkirina mûçeyan" di çarçoveya "Projeyasaya Budçeya Giştî ya Sala 2026an" de bi fermî were cihkirin û biryar li ser were dayîn.

Xala 8emîn: Biryara xerkirina mûçeyan hat pesendkirin

Di dawiya rûniştinê de, Parlamentoya Iraqê deng li ser çend biryaran da ku xala 8emîn a van biryaran bi taybetî derbarê mafên mûçexurên Kurdistanê de bû. 

Di wê xalê de hat diyarkirin: "Hikûmeta Federal a Iraqê tê pabendkirin ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi temamî û wekhev, mîna fermanberên parêzgehên din ên Iraqê, xerc bike."