Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyariyeke tund dide dezgehên ragihandinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hişyariyên tund dan dezgehên ragihandinê yên navxweyî û biyanî û ragihand, her dezgeheke li dijî rênimayên ewlehiyê tevbigere, dê were girtin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 18ê Adarê di daxuyaniyekê de ku arasteyî dezgehên ragihandinê hatiye kirin û armanc jê parastina asayîşa nîştimanî û aramiya Herêmê ye, Fermangehê, belavkirina her cure zanyarî û nihêniyeke leşkerî ku xizmeta neyaran bike û ziyanê bigihîne asayîşa Herêmê, bi hemû şêweyekî qedexe kiriye. 

Ji bo romalkirina êrîşan û pêşhatên ewlehiyê, Fermangeha Medya û Zanyariyan bi tundî wênekêşandin yan belavkirina dîmenên têkşikandina dronan li asman û nîşandana paşmayên wan qedexe kiriye, diyar kir jî ku belavkirina wan cure dîmenan zanyariyên teknîkî û meydanî yên hestiyar dide dijmin. Hevdem, derxistin û wênekêşandina cihên ku bûne armanc û damezrawên siyadî û ewlehiyê piştî bûyeran bi temamî qedexe kiriye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hişyariyeke tund hatiye dayîn ku her dezgeheke ragihandinê pabendî van rênimayan nebe, yan bi şêweyekî nepîşeyî romalkirina nûçeyên şer û êrîşan bike, yekser ji aliyê hêzên "Dijeterora Kurdistanê" ve rûbirûyî lêpirsîn û cezayê yasayî dibe.

Hikûmeta Herêmê tekezî li ser wê jî kiriye, ku li gorî daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ku di 13ê Adara 2026an de derçûye, rêkarên yasayî û kargêrî yên tund beramberî binpêkeran têne girtin, ku cezayên wan digihîjin asta standina moleta karkirinê yan girtina herdemî ya dezgehê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Fermangeha Medya û Zanyarî daxwaz ji tevahiya medyakaran û rojnamevanan kiriye, ku di vê qonaxê de berjewendiyên bilind ên nîştiman li ber çavan bigirin û bi hemû berpirsyariyekê ve serederiyê li gel bûyeran de bikin.