Mezintirîn dezgeha gaza xwezayî ya Îranê hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Îsraîlê mezintirîn dezgeha parzinandina gaza xwezayî ya Îranê li parêzgeha Buşehrê kir armanc. Ev êrîş bi hevahengî û razîbûna rasterast a Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê hatiye kirin.
Desteya Weşanê ya Îsraîlê û malpera ‘Axios’yê ya Amerîkayî ji zarê rayedarên Îsraîlê belav kir ku, balafirên şer ên Îsraîlê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) mezintirîn westgeha parzinandina gaza xwezayî li başûr û başûrê rojavayê Îranê bi navê Isûliyeyê kir armanc.
Kanala 12ê ya Îsraîlî ji çavkaniyekê eşkere kir ku, ev cara yekê ye ku Îsraîl jêrxaneya enerjî û aborî ya Komara Îslamî ya Îranê bombebaran dike. Ev yek jî wekî pêngaveke nû ya pevçûnê û guhertina stratejiya şer tê temaşekirin.
Wê çavkaniyê herwesa gotiye ku, armanckirina vê kargeha gazê wekî bicihanîna wê hilkişîna leşkerî tê ya ku pêştir soz li ser hatibû dan, herwesa dibe ku ev "surpirayza yekê" be ku Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) soza bicihanîna wan dabû.
Ji aliyekî din ve jî malpera ‘Axios’yê ya Amerîkayî ji zarê rayedarekî Îsraîlê tekez kir ku, ev gurzê leşkerî bêyî haydariya Amerîkayê nebû, belkî bi hevahengiya tevav û bi razîbûna pêşwext a Washingtonê bû.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.