Hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê hat rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku, ji ber pêşketinên ewlehiyê yên deverê, hinardekirina gaza Îranê ji bo westgehên berhemandina elektrîkê bi tevahî rawestaniyaye û ev yek jî dê rasterast bandorê li saetên dabînkirina elektrîkê bike.
Wezareta Elektrîkê ya Iraqê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) daxuyaniyek li ser rawestiyana hinardekirina gaza Îranê belav kir.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa di wê daxuyaniyê de eşkere kir ku, hinardekirina gaza Îranê ji bo Iraqê berî saetekê ji ber ewncam û pêşketinên vê dawiyê yên deverê bi tevahî rawestiyaye, ev jî bûye sedema jikarkeftina çend westgehan û windakirina nêzîkî 3100 Mêgawatan ji enerjiya elektrîkê.
Ehmed Mûsa herwesa got ku, Wezîrê Elektrîkê ferman daye ku bi hevahengî bi Wezareta Petrolê re bixebitin da ku sotemeniya pêguherk dabîn bikin û gaza neteweyî bi kar bînin da ku wê kêmasiyê çareser bikin.
Navbirî tekez jî kir ku, windakirina wê mîqdara mezin a elektrîkê dê bandoreke neyînî li ser tenahiya pergala elektrîkê bike, xasma jî ku wezaretê plan kiribû ku berî destpêkirina demsala havînê westgehên berhemanînê bi tevahî amade bike.