Îranê pêla 63emîn a êrîşên li ser saziyên petrolê yên Amerîkayê li navçeyê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê di çarçoveya pêla 63emîn a operasyona "Soza Rastgo 4" de, saziyên petrolê yên ser bi Amerîkayê ve li navçeyê kirin armanc. Îranê ragihand, ev êrîş "qonaxeke nû ya şer" e.
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, wan pêla 63emîn a operasyona "Soza Rastgo 4" li dijî saziyên petrolê yên Amerîkayê li navçeyê encam daye. Hat diyarkirin, ev operasyon wekî "diyarî" ji bo "Wezîrê Îstîxbaratê û hevalên wî" hatiye kirin, ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, duh Amerîka û Îsraîlê êrîşî hinek saziyên enerjiyê yên Îranê kirine. Supaya Pasdaran îdîa kir ku ev êrîş wekî tolhildanekê ye ji bo gelê Îranê yê ku 16 roj in li dijî "destdirêjiyên dawî" li kolanan daxwaza parastina welat dikin.
Îranê di daxuyaniya xwe de tekez kir, wan nexwestiye qada şer ber bi saziyên petrolê ve fireh bikin an jî zirarê bigihînin aboriya welatên cîran û dost, lê belê êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê, welat bi awayekî pratîkî xistiye "qonaxeke nû ya şer".
Ji ber vê yekê, Îranê ragihand ku ew neçar mane ji bo parastina binesaziya xwe, êrîşî saziyên enerjiyê yên ser bi Amerîkayê û xwedîpişkên Amerîkî yên li navçeyê bikin.
Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û got: "Heke êrîşên li ser saziyên enerjiyê yên Îranê berdewam bikin, dê bersiva me hîn tundtir û berfirehtir be."