Amerîka: Erkê me yê leşkerî li Îranê di demeke nêz de bidawî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ketiye hefteya xwe ya sêyem. Berpirsên pilebilind ên Washingtonê ragihandin ku operasyonên leşkerî ber bi qonaxa dawî ve diçin û şiyana leşkerî ya Tehranê bi temamî hatiye têkbirin.
Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson di daxuyaniyekê de ji bo tora CNNê ragihand, "Erkê Amerîkayê ya li Îranê dê di demeke nêz de bi dawî bibe." Johnson diyar kir, her çend girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve hinek alozî û derengketin di plana demê ya şer de çêkiribe jî, lê ev yek bandorê li ser encama dawî ya operasyonê nake.
Pentagon daxwaza 200 milyar dolar dike
Li aliyê din, rojnameya "Washington Post" li ser bingeha agahiyên berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ragihand, Wezareta Berevaniyê (Pentagon) daxwaz ji Koşka Spî kiriye ku budceyeke zêde ya bi qasî 200 milyar dolarî ji bo lêçûnên şerê li dijî Îranê ji Kongreesê were xwastin. Ev budce dê ji bo dabînkirina lêçûnên zêde yên operasyonên asmanî û deryayî were bikaranîn.
Trump: Me hêza Îranê bi temamî têk bir
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de li Koşka Spî bal kişand ser serkeftinên leşkerî û got: "Her çend em niha ne amade bin ku yekser vekişin, lê di demeke pir nêz de em ê hêzên xwe paşde bikişînin."
Trump diyar kir, artêşa Amerîkayê şiyana leşkerî ya Îranê bi temamî ji hev xistiye û got: "Me hêza deryayî û asmanî ya Îranê bi temamî têk biriye. Sîstemên wan ên radar û parastina asmanî ji kar ketine û serkirdeyên wan hatine jinavbirin."
Serokê Amerîkayê tekez kir, operasyonên wan "ji plana demê ya ku hatî diyarkirin pir pêştir in" û di demeke pir nêz de dê encamên dawî werin ragihandin.