Li Tel Avîvê ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê kesek hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Dezgehên hewarhatinê yên Îsraîlê ragihand, ji ber ketina perçeyên mûşekên Îranê li bajarê Tel Avîvê kesekî canê xwe ji dest daye. Hevdem li bakurê welat zengên hişyariyê hat lêdan.

Dezgehên hewarhatinê yên Îsraîlê îro 19ê Adarê aşkere kir, li bajarê Tel Avîvê, kesek ji ber lêketina perçeyên mûşekên teqiyayî birîndar bûye û paşê canê xwe ji dest daye.

Fermandariya Eniya Hundirîn a Îsraîlê jî ragihand, li herêmeke berfireh a li bakurê welat zengên hişyariyê hatine lêdan û daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku biçin stargehan.